Desteya Olî Şêx Meşûqê Xeznewî bi bîr anî




EFRÎN – Desteya Kar û Barê Olî ya kantona Efrînê bi daxuyaniyekê Şêx Meşûq El-Xeznewî di dehemîn salvegera şehadeta wî bi bîr anîn.
Desteya kar û Barê Olî ya kantona Efrînê bi boneya dehemîn salvegera şehadeta Şêx Meşûq El-Xezenwî daxuyaniyek nivîskîweşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şêx Meşûq El-Xeznewî ku bi destê hêzên rêjîmê hate qetilkirin mîna mirovahiyê ya hemû cîhanê bû. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku Desteya Kar û Barê Olî tevî gelê hermê dibe û Şêx Meşûq El-Xeznewî yê ku di 1’ê hizêranê de bi destê hêzên rêjîma Sûriyê hate qetilkirin bi bîr bînin û got ku ew bîranîneke xemgîn li ser gelê kurd e.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin dijminên mirovahiyê xwestin Şêx Meşûq Xeznewiyê mîna mirovahiyê bû ji koka wî dûr bixînin fikrê wî yê îslama rast tune bikin. Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina riya Şêx Meşûq El-Xeznewî hate dayîn û hate gotin ku Desteya Kar û Barê Olî dê ji fikrê te ronî bigre.
(dc)
ANHA