Di navbera Xanî û Xeznewî de - Sebrî Silêvanî


Berî sê des salan Ehmedê Xanî bi momê re axivt û got:
Derdê min û te ji hev ferq e     ew ferq ji xerb heta bi şerq e
Meşriq tu yî û agirê te zahir       mexrib ez û batinê min agir
Li 2005ê dawî sê sed salan Şêxê şehîdên rojavayê bi zimanê Xanî, bi momê re diaxive.
*   *   *
(( Pirr zehmet e ku mirov bikare sedem yan mehaneyan bo tundrrewiyê peyda bike)) Walter kaufman

*   *   *
Rojhelat ango komarên dagêrkirin û mirinê, komarên dagêrkirin û mirinê ango girtîgeh, peristgeh û civakên nesaz:
Di girtîgehan de dibêjin: xwe dûrî ramyariyê bike.
Di peristgehan de dibêjin: xwe dûrî ayin û ayinetê bike.
Di civakan de dibêjin: behsa guhnêliyê( sex) neke.
Û encam = dagêrkirin + xilmaşbûn + sitewrbûn.

. *   *   *
Mafê me wek Kurd heye ku em li asoyên ronîdar biruwanînin belê mafê wan jî wek dagêrker heye ku momên di tarîstana me de hilkirî bivemirînin ji bo ku neteweya Kurd ber pên xwe nebîne û rêya sube û subetra hunda bike. 
*   *   *
Mafê me wek Kurd heye ku em li ser xwe û welatê xwe yê dagêrkirî bitirsin belê mafê wan jî heye ku ji me bitirsin, ku heta dawîn rade – bêhûde- berhingariya rewtê guhorînan bikin ji ber ku ew qenc dizanin ku nikarin xwe li ber bigirin egerhat û geha sinorên komarên wan, komarên dagêrkirin û kujtinê.
*   *   *
Hercar peyama wan zû digehe belê peyama me direng digehe. Ew peyama me naxwînin belê em peyama wan dixwînin. Erê çawan ew peyama me têdigehin bê ku bixwînin û em peyama wan tênagehin herçende em dixwînin?