Kuştina Şêx Xeznewî yan jî Têkbirina "projeyekî ya kurdî" din? - Tariqê Hemo

Dewleta Sûriyê piştî 3 heftyan ji bêdengiyê, nûçeya kuştina oldarê kurd yê pêşverû Şex Mihemed Maşûqê Xeznewî ragihand. Wek hemû kiryarên xwe yên hovan e, desthilatdariya hevbendiyan e a Partiya Bahs û Hêzên Ewlekariyê ya ku Şamê ji sala 1970 î birêv dibe, sînaryoyekî xapînok û derew derbarê bûyera infazkirina Şêx de belav kir. Di vî "sînaryoyî" de,dewleta Sûriyê bûyer mîna "bûyerek kermînel" li qelemê da, û di çaroçeva "pirsgirêkên mabatî" de hate lihevcivandin, da ku awirên kurdan û hêzên demokratîxwaz yên cîhanî li ser xwe rabike.Lê bi gerînek lezok di nava rûpelên dîroka dewleta Bahs a sûriyê de, mirov rastiya pêkanîna vê cinayetkariyê xweş û zelal dibîne.

Dewleta Sûriyê, di asta merkeza biryargirtinê a herî bilind de, ji ber çend sedemên bingehîn û "girîng" biryara kuştina Şêx maşûq da:

1- Ji ber ku rola kurdên sûriyê di siyaseta muxalf a li dijî rejîma Bahs di hundir û derveyî Sûriyê de xurt bûbû, bi vê yekê re, û li gorî raporên hêzên istixbarat û ewlekariyê, Şêx Maşûq û bi taybetî di vê dema dawî de, rolek xurt di warê berbihevanîna hêzên kurdî de dilîst.Rejîma Sûriyê bi hevkariyê MÎT a Tirkiyê li vir kesayetî û rola Şêx Xeznewî destnîşan kir, û hemû liv û çalakiyên wî li hundir û derve xist bin çavdêriya xwe û hevalbendên xwe.

2- Têkilyên Şêx wek oldarekî jîr û zane û xwedî rêbazek nû di reformkirina Islamê de, bi tevgera Ixwan El Muslimîn re. Şêx Maşûq bi nerîn û şîroveyên xwe yên nerim li ser ola Islamê, cihekî taybet di nava cîhana ereban de digirt, her weha ew ji alyê tevgera Ixwan El Muslimîn jî wekî mirovekî "muctehid" û xwedî rûmet dihat nasîn.

Dewleta Sûriyê bi vê têkiliyê hisya û agahî wergrte, ku Şêx di gera xwe ya vê dawiyê de li Ewropayê bi çavdêrê giştî yê tevgera Ixwan El Muslimîn re Elî Beyanûnî re rûniştibû. Her weha ji aliyê dewletê ve hat zanîn jî, ku Şêx bi xwe wek kesekî, li dû derçûna projeya tevgera Ixwanan ya ji bo "çareserkirina pirsgirêka kurd" li Sûriyê hatibû belav kirin, bû. Û wî piştî dîtina .avdêrê tevgera Ixwanan, ew bi pêwîstiya derçûna projeyekî bi vî rengî derbarê pirsa kurdî de qanih kirîye. Her weha helwesta tevgera islama siyasî derbarê kurdan de rexne kirî ye. Weha dixuya, ku dewleta Sûriyê ji nêzîbûna kurdan û tevgera Islama siyasî(Ixwan El Muslimîn) ditirsya û Şêx maşûq mîna pirekê û alava "durstkirina" vê têkiliya muhtemel destnîşan dikir.

3- Sîmbolîzekirina Şêx maşûq: Hikûmeta Sûriyê her weha nedixwest, ku kesaystek xwedî rol û bi nav û deng di nava kurdên sûriyê de derkeve, ku hemû kurdan li derdora xwe bicivîn e. Ji ber berbelavbûna hêzên siyasî yên kurdistana Sûriyê û kêmbaweriya gelê kurd bi rol û xebata van hêzan, beyava kurdî li Sûriyê amede bû, ku pêşwaziya kesayetek mîna Şêx bike, jixwe liv û çalakiyên netewî û beşdarbûna di Newroz û ahengên kurdan de, cihekî taybet da Şêx Xeznewî li cem kurdên Sûriyê.

4- Rola dewleta Tirk: Bi baweriya min, rola dewleta tirk û bi taybetî MITa tirk di prosesa revandin û kuştina Şêx de hebû. Dewleta tirk li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd, xwedî tecrûbeyek mezin e, lewa nedixwest ku mirovekî oldar wekî Şêx di nava kurdan de peyda bibe, ku olê, bo cara yekê, têxe bin xizmeta kurdayetiyê de. Şêx maşûqê şehîd di serdana xwe a ji bo ROJ TV ê, ji me re eşkere kir, ku ew alîgerê wê nerînê ye a ku dibêje: Gerek kurd sûdê ji hestên olyan e werbigrin, û dîsa bi navê Islamê neyên xapandin, Şêx her weha diyar dikir, ku tu nakokî di navbera netew û welatparêziya mirovî û baweriya wî a dînî de nîne. Her weha wî rêzek taybet ji bo olên din yên kurdan wek Êzdiyatî û Xistiyanî digirt. Ji ber vê yekê, dewleta tirk jî derbasî ser xetê bû û agahiyên istixbaratî da destê rejîma Bahsa Sûriyê.Em li vir ji bîr nekin, ku Meclîsa Ewlekariya Milî a Tirkiyê MGKê dema Serhildana Qamişlo yê, di 12 Adara 2004 an civya û agahiyên istixbaratî kêlîk bi kêlîk dida destê dewleta Sûriyê.

Wek encam, hemû nîşanên li ber dest didin xuyakirin, ku bûyera kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî(Jiholrakirina kesayeta wî) bi pîlanek xurt hatiye hûnandin.

Sînaryoya girtina 5 kesên ku qaşo "Şêx kuştine" ji ber "Doz û dawayên malbatî" wek ku Mediya Sûriyê dibêje û her saat dubar dike, derewek mezine. Ev lîstokên hêzên istixbaratê Sûriyê ne. Tê bîra me, dema ku Serokwezîrê Lobnanê Refîq El – Herîrî hate kuştin, û hemû awirên tewanbariyê ber bi sûriyê ve çûne, rejîma Şamê Şanoyeke xapînok belav kir, û di riya bandekê de, xwest berpirsyara vê cinayetkariya navnetewî bixe hustiyê Hêzek Islamî yî nepende, lewa kesekî nenas bi navê (Ehmed Abû Ades) amede kir, û derxist pêşberî ekranên telefiziyonên ereban, û ew mîna "berpirsyarê kuştina El- Herîrî" nîşan da.Pişt re, ew mirov nema xuya bû, gelek kes dibêjin: Dewleta Sûriyê ew kuştî ye, da ku lîstoka wê eşkere nebe...

Bûyera kuştina kesekî mîna Şêx Xeznewî, pîlanek û biryarek mezin li dû ye, ew bi xwe "neqişkêşanek" heremî ye. Di rêsana tayên wê de, rola çend dewletên dagirkirên welatê me, heye...


Tariqê Hemo
tariqhemo@hotmail.com