A ku derbarî serhildana 2004 – an de u bûyerên pir
giran go biser gelê meyê kurd li sûryê de hatibû min gotibû ku hingî bûyer
giran û mezin bu ez ceger nakim nêzîkê nivîsandinê bibim ,ji ber ku ez bi tirs
bûm pênûsa min alîkariyê bimin re nekê ,
Gotar kêm û seqet bête nivîsandin .
Lê xuyaye mefer ji bazdanê re tune ye ,di siha
serdestya shovenizma xwînmij û kor de ,
Emê her û her bûyerên weha mezin û gian bibînin .......
Dibûyerên avdara 2004 an û 2008 an de ,gelê menî
kurd di sûryê de qelenekî pir buha danî ,ji ber go bi dehan pakrewan ji dozê re
bûne qurban ,bi sedan birîndar ketin û bi hezaran xortê kurda avêtin zindanê
rws u tarî ,
Lê berhemên ,buha u bi nirx bi dest xistin ,di van
bûyeran de bi xwîna pakrewanan ,
Nexsa devera hebûna kurdî di sûryê de, ji dêrika
hemko ta bi tirbesipê û qamisloka ,evînê ta bi amûdê u serê kaniyê u koban û
efrîn di hundirê tabloyeke rengîn hate nîgar kirin.
Ji hêleke din ve hingî bûyer mezin û giran bû weke
lehiyê gelek tisht li ber xwe bnirin pêre jî çanda tirsê ji dilê kurdan revand .
volqanên qeheremaniyê di anya xortan de der bû û
pêre , jî bandora xwe liser hemî kurdekî kir ,hisht go ew neçar bimîne ,û li
kêleka doza gelê xwe raweste û lê xwedî derkeve
Di nava wan pêlan de ,kesor di sasika sêx
MESûQê XEZNEWî de der bû
Tîrêjên xwe li seranserî ROJVAYê KURDISTANê
belav kir.
lê mixabin muma ges zû vedimre û buhara sîn
emrê wê kine ,
zû destê terorê bi alîkariya hin alyên
dewletê dirêjî bejn û bala sêxê menî payebilind bû ,
stêrka meya ges zû vemirandin
Mebesta wan xwînmijan go dengê islama nûjen
û ronak bi bibrrin belê,dijminên rastî û ronayê dijminên mirov û mirovatiyê
destê sêx û gelê ji hev qut kirin .
lê na u sed carî na vê carê ezê vê pênûsa
xwe ye çav res di gurçika xwînmijan de bi çikînim ,
ta go hestên menî sikestî di resika çavê
MESûQ de ronî û ges bibin û wê her di his u dilê gelê xwe de sax bimînê cîgehê
rêz û rûmetê bê
Sêxê menî buhustî, zanayrekî ola islama
nujen bû ,
armanca wî ew bû ku olê ji siyasetê cuda
bikê
hezkirin,lêborîn û rêzgirtina hemî olan di
nava mirovan de belav bike ji ber wilo jî , bû endamê komîta guftûgoyê din
navbera ola islamî û ya mesîhî de ,ji bilî ku wî ji bo rakirina zor sitemê ji
ser hemî gelan ,di nav wan de jî gelê kurd .
Li ser vê xalê , ewî di mizgeftan de bang
kurdan dikir û digot ,
gelî kurdan heger cihê we di vê olê de
tinebê EZ Jî Vê OLê NAPEJIRîNIM .......
Sêxê me , hismend û zanyar bû ,rewsenbîrekî bilind
bû ,
misilmanekî welatparêz û bîrewer bû ,
mirovatî li cem wî tistê herî biha û binirx bû ,
bawerya wî bi wekhevî û demqrasiyê pir dihat û wî
tim digot demuqrasî sêweyk ji sêweyên têkiliyan di navbera mirovan de ye ,
de here sêxêmin cihê te buhusta rengîn be,
bera hemî gul kulîlkên kurdistanê liser çûna te
rondikên xwe vemalin ,gulek bi tenê ji rengê xwîna te ji pakrewan û sehîdan re
,bibe bawername , di rojên cejn û sahyan de bibe xelat gerdena keç û xortan bi
xemilîne ,,,,,De raze sêxê mino, bê kul bê derd ,û xem razê ,
ji ber ku gelê me siyar bûye ,
doza xwe nas kirye ,
bêgoman ku ewê mafên xwe yên dadmend bi destxîne, û
armancên ku te xwîna xwe d i berde rijand pêk bîne razê sêxê mino ,raze tu saxî ,
di dil û hisê me de dijî ,,,,,
bave helebce