Şêxê Min Dara Ûcaxên Kurdayetiyê Na Çilmise - Bêwar Ibrahîm

Were Qamişlo were !
Dengê bê dengiya axîn û nalînên
Ku di sînga te de sincirîbûn
Li ser peravê çemê Ceqceq bi peqîne,
Agirê di navbera
Derya û peravê de gurbûye vemrîne,
Wêraniya Qidûr Beg
Di bin konê Şîniya xwînlî de bi civîne
Xewnên keç û xortan ji nû ve li ser
Teşiya rastiya tal û zilindar bi rêse,
Peyva heqiyê ji bin lingên megrûdan bikşîne,
Tovê mirovantiyê
Ji xaka bor û bê ol bide hev .
Were Qamişlo were !
Şîretên şîretkarê ol û kurdayetiyê
Şêx Maşûqê Xeznewî
Ji nûve şirove bike
Fetwakê bê bertîl ji xwe re peyda bike
Û ji wan bi pirse :
Gelo ! çima bi taybetî Şêx Maşûq û ne kesekî din ?!
Gelo ! Mirovantî kuştin?!
An zanîn û oldarî kuştin?!
An welatperewrî û aştîxwazî kuştin ?! .
Bi van pirsan re ...
Berf û baranê ...
Di kîmkîma germa havînê de bibarînê ...
Muhrên cegerdariya oldarên Kurd
Li ber semaya mûsimê ceh û genim ...
Li ser aniya dem û dîrokê bi çesipîne ,
Şilfê xencerên cegerdariyê
Ji kalanan bi kşîne
Û di çavên xiyanet û xapandinê de bi çikîne .
Were Qamişlo were !
Ji wan re bibêje :
Çandiniya li ser dêmên deryayan
Bê bere ... ne tu çandiniye ,
Veşartina li pişt dîwarên nizim
Bê havile ... ne tu veşartine ...
Îro ji kelkela tîna roja azadiyê ...
Xwîna zanyaran li ser
Destên tewanbaran tê rijandin ...
Ew nizan in
Ku zanyar Ûcaxin û
Şêx Maşûq şaxek bû ji dara
Ûcaxên Kurdperweriyê .
Were Qamişlo were !
Ji wan re bibêje :
Ku Amedê eba Şêx Seîdê Pîranî
Li xwe pêçaye ..
Mehabadê cibê Pêşewa Qazî Mihemed
Ji xwe re kiriye AL,
Û li navtara Çarçira daliqandiye
Hewlêrê şal û şapê Barzaniyê nemir
Kiriye sîwana parastinê,
Li derdora herêma Kurdistanê
Û va îro Qamişlokê her libekê ji
Tizbîya Şêx Maşûqê Xeznewî
Dike Av,
Û li civata pêxemberên Kurdayetiyê digerîne .
Were Qamişlo were û Ji wan re bibêje :
Gemar bi ava girik paqij nabe ,
Her bostek ji xaka kolanên te
Wê bibe hawar di
Guhên bê guhan de ,
Her canek ji canê şehîdên te
Wê bibe berbang ji
Reştariya wan re ,
Her derîyek ji derîyên te
Wê bibe çopilme û dojeh
Ji raman û bedena wan re
Û xwîna Şêx Maşûqê Xeznewî
Wê bibe ronî di nav rûpelên
Dîroka mirovantiyê de ...
Lê ... ji zordar û tewanbaran re ...
Wê ev xwîn bibe jehr û siyanîd ...
û heger bawer nekin ??
Bela li ûcaxê bav û bapîrên wî vegerin
Û li ber ava destlimêja wan
Ku darên hişik şîn û geşdikin
Xwe tahir bikin .
Were Qamişlo were !
Barana girîyê mêran ,
Bi ronahîya xwîna
Cegerdariyê vemrîne û
Ji wan re bibêje :
Kuştina Şêx Maşûqê Xeznewî
Ji wan re nabe serketin û dîlan ...
Belê ... ji gelê Kurd re
Ji Qamişloka vîn û evînê re ...
Careke din bû serhildan ... bû serhildan
Wê teyrên Ebabîl
Ji nav çirisandina xwîna wî
Derkevin û di asmanê fireh û bê stûn de
Bifrin û
Xewin , daxwaz û hêvîyên te Qamişlo !
wê bi parêzin .... erê wê bi parêzin .



Qamişlo

03/06/2005
* - Ev helbest di bin konê şîniya Şêx Maşûqê Xeznewî de de hatiye xwendin.