Şêxê Şehîd - Seyid Feysel Mojtevî


Dinya binêre, meselê
Keydan derêxe paxelê
 Dîsan li qernê goft û gû
Dijmin moseleh xencerê
 Qesab Beisî derbider
Dû kuştinê roj û şevê
 Kêra vî pişta me çeqî
dil kirne xwîn eyvax diyê
 Meişûqê kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
 Xwîna te rengê al û rê
Nabe beqem ne al û rê
 Şehda gulan nabe dîyar
Ta xwîn li çavê me neyê
 Rûbarê çavan bikne sed
Xwîna vî nayê şoştinê
 Hem fikr bû û hem xebat
Hem bû zimanê gotinê
 Meişûqê kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
 D.r Mohemed Xeznevî
Bû nav kelamê de xefî[1]
 Ser nekre benda axora
Lev dijmin îro lê xorî[2]
 Kerkir dilê azadiyê
Em kirne daxa xeznevî
 Her çend bêhna vê gulê
Nav dar û barê me birî
 Meişûqê kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
 Ey kurdino em kokekin
Tevr û kolingan naçevin
 Bêjin bi dijmin narevin
Çolan û deştan nakevin
 Dê zêde bin dê zêdebin
Baxê me gul dê zêdebin
 Çon xwîne ava vê rehê
Dê dijminî raket li bin
 Meişûqê kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî
 Seyda bi xwîn û ahi dil
Soran û kurmancin bi dil
 Sablax[3] û Van û hem Sine[4]
Urmîy û Efrîn bûne şil
 Derdê rihala[5] şêyx da
Mehzûn û emma kîn bidil
 Xwînxar dê risva biken
Ta ker li kadîn bibte sil
 Meişûqê kurdayî dilo
Şêxê Mohemed Xeznevî


[1]  Mexfî, bezir, ev bi gotinê xwe baştir tê naskirin.
[2]  Dijmin li destê vî ture bû û derba xwe lêda.
[3]  Mehabad
[4]  Senendec
[5]  Rihlet ,koca dûvyî