Şȋna Şȇx Me'șȗq

Hadî Behlewî (Nûhat).
Ne hatim hȇstira hȗr hȗr bidȇrim 
ji bo ez kȇm nekim van pakrewana
Ji ber Zab ȗ Furat ȗ Dicle tevde
Bibin rondik,nadȋ heqqȇ go dane
Pizota arȇ șȋnȇ dil disojȋ
Rivȋn ȗ pȇt li ser çavȇm bela ne
Ji min lȇv ȗ dev ȗ ziman dibȗn pȗç
Ji çav fermȋsk nema barȋn,ziwa ne
Ne jȋ hatim te bȋnim bȋrȇ Me'șȗq
Tȗ me'șȗqȇ dilȇ xort ȗ ciwana
Welȇ hatim ji xwȋna te bibim ez:
Pirȋskek,pȇ bikim ronȋ cȋhane
Birȋn germe,dikȋ gazȋ li kurdan
Hene çend pirs li ser lȇv ȗ devane
Heta kengȋ ewȇ xwȋna me birjȋ
çi adar ȗ çi nivȋsan ȗ gulane?
Bijȋșkek xurt li nav we nabȋ peyda
Binosȋ ew ji mer:berk ȗ hebana??
Li hawȋr me xudanȇ dȋn ȗ dewlet
Tenȇ em mane ber kaș ȗ seyane
Eve xwȋna ko Me'șȗq da di rȇde
Wesyeta bav jib o qȋz ȗ kura ne
Bi destȇ van tewankarȇn çepel tȗ
Dihat kuștin,te da:can ȗ rewane
Mebesta wan ne lașe te bigȇrin
Belȇ bukjin ji te:fȇr ȗ ramana
Welȇ șaș çȗn,nezanȋbȗn ewana
Bi karȇn xwe,tȗ danȋn cem Keywane
Nezanȋbȗn ko comka tawana wan
Rizȋ,xav bȗn,di tevnȇ de qetane
Serȋ hilde hela șȇxȇm tȗ ȋro
Tȗ guhdar be li banga gel tȗ ana
Dibȇ:vaye Qamișlo maye vala
Ji ber șop ȗ gera te lȇ nema ne
Bizane gel wefadarȇ te ye tim
Ji nȇz ȗ dȗr,li dor gorȇ xuyane
Te destȇ xwe dida destȇ gelȇ xwe
Te bar hilda li ser pișt ȗ Milan e
Te Ol ȗ gel,bi hevre kirne himbȇz
Te go:yekkin,ji hev ew ne cudane
We yan çibkim bi Ola min cudakȋ
Mi bȇ mafkȋ li nav ȇl ȗ gelane??
Divȇ yek bin hemȗ kurd,yek tifaq bin
Ne perrȋka li ber bahoz ȗ ba ne
Ji lewra wan bi xwȋnek sar ȗ dexsȋ
Tȗ dan alȋ bi tawan ȗ ziyan e
Bi dekk ȗ xap ji nav me tȗ birin zȗ
Ji kurdan re, felaket pir giran e
Ji wan bișkȇ:sitȗ ȗ dest ȗ hem pișt
Ne mirhovin,evin:hov ȗ teba ne
Dixum sȗndȇ ji min bawerke Me'șȗq
Bi tirba te,bi xwȋna pakrewana
Kilȋșetȇ te,li ser dil bȗye sȋwan
Li kanga dil,rehȇn xwe revandin
Hevok ȗ pirs ȗ tȋpȇn xwe bibim jȇ
Bikim helbest li ser lȇv ȗ zimane
Bisojim pȇ:riwȇ dijmin seranser
Bi ronȋkim,riya maf ȗ jiyan e
Ji bȋra gel tȗ naçȋ șȇx șev ȗ roj
Tȇ sȋnbol bȋ li dȋrok ȗ zemana
Bi dilsozȋ tȗ razȇ șȇx li gorȇ
Evan e xort li doza xwe gihan e
_______________________________________
*Ev helbest hate xwendin di çilȇ pakrewan șȇx Me'șȗq ȇ Xeznewȋ de