Werin - Manal Husseini

Manal Husseini


Werin
Werin kewên Welatê Rojê werin.
Werin hêlînên xwe di dilê min de deynin
Û
konên mirinê ji kolanên wî hilînin.
Werin
bi destana Şêxê min re bifirin û tîrêjên dengê 
windayî di hişê demê de himbêz bikin .
Werin
baskên xwe li ber givalên xwînî vekin û guliyên 
Qamişloka Evînê bi ala rengin av bidin.
Werin
şîhîna xwîna netebitî di asîmanên payitexta welatê min de biramîsin
Û
nexşên şwîniyê ji derdora wê bi..çi..rî..n…in.
Werin……….
Werin……….
Kew hatin ….
Hatin…….
Û torek ji pirsan avêtin ser pûtên gewdeyan :
Çima babelîska mirinê destê xwe da stemkaran û kulîlkên bihna pîroz hilweşandin ?
Çima Ehrîman roja wan xûz dike û nervîna wan di zeviyên rewrewkê de zindîgor dike ?
Çima Zagros û Cûdî û Arerat xwe ji pişta wan didin alî û pencên biyaniyê berê xwe didin wan ?
Çima….?
Çima….?
Dengvedana peyvin rengîn ji dûr hat û canên gewdeyan li wan vegeriyan:
Xak pê hate vejandin.
Buhişt pê hate xemilandin
Dîrok pê hate ronî kirin.
Firîşte pê hatin gulav kirin. 
Mindal pê hatin Me,eşûq kirin. 
1/11/2006