Ehmed Mustefa:Şêx Meşûq Şêxê Pakrewanên Kurdan


,Ey Sêxê min
,Ey Sêxê Pakrewanan
Ey Sêx Mesûq
,Sed ah ji ber destên çeper
,Sed ah ji ber çerxa demê
.Sed ah ji ber mirovên xiniz
,Gelê Kurd banga te pêkanîn
,Ji gorê dengveda yî
,Bi canê xwe yî fidakar
,Xwes pakrewanî
Tu xwes siwarî..
Hayê te ji bayê xinizê qet nebû
Biçûk û mezinên me ji ber çûna te kuldarin
Mixabin ji destê lawên miletê Muhemed pêxember
Mixabin ji destê lawên ademîzadan
Her dem tu di dilan deyî
Lawên te tev fidakarin ji bo te
.Ey Mesûq ê fidakar
,Li efrazên çiyan, ji rojhilat ta bi rojava
,Ji bakur ta bi basûrî wê
:Tev bi yek dengî bangî te dikin
..Ka Sêxê me yê hêja
??!!.. Ka siwarê hespa sipî
Mûm û semalên me li efrazan,
Wekî nû rojê hîn ronî ne..
Axîna giyanê te yê pîroz
Nalînên te ji ber setemkar û zorkaran
Ahînên te ji ber destên çepel û xinizan
Birîn di dilê me de veda
Ey Sêx Mesûq
Tu her dem sermedî û jîndarî
Tu haydarî û em bi te haydarin
Tu bîn û hilma buharê yî
Bîna gul û enber û miskê yî
Tu perîyî li buhistê,
Tu ferzendî li hebûnê,
Çendî azer, ês û ahîn giyanê me digvêse
Wehareng e bê dengiya gotebêjan
Dengê lîlandina dayikan ji Qamislo derket
Li cîhanê belav bû
Her kesî bihîst, her kesî dît
Tev pîroziya sahiya pakrewan kirin
Ey feleka bê zik û pist
Axîn bi ser de axîn
Tu jîndarî, tu sozdarî
Tu mirovî, tu astîxwazî
Te kustin… belê, te kustin
Lê, te bang dikir: Bijî Kurdistan,
Bijî gelê min,.. ew gelê jîndar..
Çendî gelê te êsiya..dema bihîst te barkir
Dema bihîstin tu hatî kustin
Tev bi yek dengî bang kirin
Kanî sêx Mesûq??!!
Kanî ew rêber??!!
Gelo bi çi rengî te barkir??!!
Ew kesên ko te kustin sax in,
Bi kustina te dilsad din
Serbilind û rû li ken in
Te dibin axa sar de vesartin.
Lê, gelê te pas venakin,
Qet radestiyê nakin,
Bi saman re sozdar in
Ey sêxê min
Ey buhara welatê min
Ey gul û bîna nesrîn û yaqûtê
Ey welatê rokê, ey birca nemir û jîndaran
Tu namirî , tu haydarî
Tu di dilan de yî
Wa ye gula buhara Kurdan hat
Sêx Mursidê Xwedê wî biparêz e
Di nav me de ye bi mayîn û hebûn e.
..............................
Ehmed mustefa
roj-ava2010@hotmail.com

roj-ava2011@gmail.com