Werin - Manal Husseini

 Werin
Werin kewên Welatê Rojê werinWerin hêlînên xwe di dilê min de deynin
Û
konên mirinê ji kolanên wî hilînin
Werin
bi destana Şêxê min re bifirin û tîrêjên dengê
windayî di hişê demê de himbêz bikin
Werin
baskên xwe li ber givalên xwînî vekin û guliyên
Qamişloka Evînê bi ala rengin av bidin
Werin
şîhîna xwîna netebitî di asîmanên payitexta welatê min de biramîsin
Û
nexşên şwîniyê ji derdora wê bi..çi..rî..n…in
Werin……..
Werin……..
Kew hatin ......
Hatin ....
Û torek ji pirsan avêtin ser pûtên gewdeyan
Çima babelîska mirinê destê xwe da stemkaran û kulîlkên bihna pîroz hilweşandin
Çima Ehrîman roja wan xûz dike û nervîna wan di zeviyên rewrewkê de zindîgor dike
Çima Zagros û Cûdî û Arerat xwe ji pişta wan didin alî û pencên biyaniyê berê xwe didin wan
Çima
Çima
Dengvedana peyvin rengîn ji dûr hat û canên gewdeyan li wan vegeriyan
Xak pê hate vejandin
Buhişt pê hate xemilandin
Dîrok pê hate ronî kirin
Firîşte pê hatin gulav kirin
Mindal pê hatin Me,eşûq kirin
1/11/2006