Evînbaziya Sînoran

Evînbaziya Sînoran
Dilyar Dêrikî
Yektahiya xenziya xewnan
bipêçe
da Ku kapokên artêşên xwînedeman
sist bibin
Û ber bi yezdangehê ve,
tevna kelîştekên giyanên sergûnê
birêse
Di helata vecqandina duhî de
harbûniya tarîstana tirsê
bimezêxe
Nexşeyên gulê mişt bûne
Tazî
pêxwas
û dîrokkirî
Ku dengê te yê sinckirî
ji hinavên yadgehên zaroktiya min tê
Wek pêtan
Ez heyranê şûndemayê sînora me
Ez her li ser derguşa dayika xwe dibêjim
Ez her ji biyaniyê xwe re
dilorînim
dilorînim
di lo rî nim
ku nekare bigihê ser axa sar û bar
Û di desthelatiya xelmaşiyê de
xwe
dilop..
dilop..
yan
pêl bi pêl
birijîne
Ser pêngavên arastiya dîtinê
- lê ne dîtina xwe -
di neyneka texopkirî de
ji geravên asoyê xewnên rijyayî
li ber piyên xwas
Min pirsa bûnewerêkî dikir
Min pirsa canwerekî dikir
Ez li dêhleyezdenkî digeriyam
ku ez kenê xwe yê îro
û kenê xwe yê dahatuyê
ser navê wî tapo bikim
Lê bila
tenê
giriyê duhî û pêr
bide min
Ji lawaziya reşbûna ronahiya sixtedemê
da ku toqîn xemsar bibe
ne bi xweşî
ne bi reşî
û her xwelîseriya bêhna qehwa tehl
li dor me digeriya
ji dûriyên kelogirî û îskîskan
di hêlînên gunhan de
di şevên aram benda kotekî de
bi gerdana gunehên pîroz ve helwestayime
ku tu min, wek tûtûna Xursê
dipêçî
ku tu min, bi agirê şemalkên deşta qedexeyî
disojî
Bi lewendiyên sînoran re
ez ne gerdirawê xweêşandinê me ji xwe re
Lê di navbera me de, tifeng û leşker in
ku sînor ji sînoran re dibêjên
ku sînor li sînoran dipirsin
ku sînor muherên xwe
ser termê kêlîkên min dikin
hîn bêhna andekoyan ji dûr ve tê
şopa periyan ser zemînê xuya dike
lavjandina Qûranê bi kurdî bilind dibe
(Andiwarê paytext e Nofa )
Na ,,
Bibure Nofa
Vê sibehê bi banga melayan re, li ber firneyan
Pistpista jinan dihat, li bendî nan ji zarokan re
-Keçê kezîkurê ma te jî Hîrodots dît,
Ku çawa xwe ji ber çavên Polîsan diveşart
Mêran jî,
li mizgefta Qasimo,
ew dîtin, nimêj ser derbesta bi aleyê pêçayî dikir
Û şagirtên dibistana kembaxistanê sûnd dixwarin
Ku xameyên xwe û avxameyên xwe danê,
da ku navê dibistana wan durist binvîse
Lê Melûlên îro
Pirtûk û xameyê
Li ber derghên mizgeftan
Reşgirêdane periyan di hembêza qamişlokê de
Li bendî xutbeya Înê
Qamişlo peytext e îro
Qamişlo peytext e sibe
Buhiştê dergehên xwe li Qamişloyê vekirine
Di şevnameya şilbûna şîrtên dilşekestî de
Bi rondekên tola girtî
Ser xakê
Li ber makê
Bê çar
Û carekî
Firtuneya bawşîna destmalên dayikan
Min çavên xwe li xwe digirit
Da ku ez rondekên xwe
Di neyneka bajêr de ne bînim
Û ez bajarek çandî me
Bi tofana xeyd û keseran
Bi hêviyan
di oxira semiyanan de
Ku pêşwaziya semiyanan bikim
Ku navê te di dibistanên kurdî de
tomar bikim
tu zanî ????
ku kurmanciya te...
ya şikestî
ber dilê min
pirr şirîn e