Ronahiyek li ser Jiyana Şêx Maşûqê Xiznewî

Şêx Mihemed Maşûq ElXiznewî ji dayîkbûna Sala (1958), li gundê ( TIL MARÛF), yê bi ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê va ya,
Şêx Maşûq ji malbata Xiznewî ya û ew malbat xwedî dîrokeke olî webinar e , li deverê û xwedî roleke diyarkirî bûn , û li ser destê wan gelek kes fêrî rêçika sofîgeriya neqişbendî bûne.
Şêx Maşûqê ElXiznewî kurê şêx (Izzeldîn)e ,kurê şêx Ehmed ElXiznewî, zaroktiya xwe li gundê ( TIL MARÛF),derbas kiriya û li ser destê bavê xwe waneyên olî û quranê dixwend, piştre diçe şamê û li peymangeha zanista olî de xwendina xwe didomîne.
û li wir serkeftî dibe û pile yekem bi dest dixe. Loma ji aliyê rêveberiya wê peymangehê ve tê hilbijartin da ku biçe erebistana sûdiyê û li wî welatî li bajarê ( Medîna El Minewera), Sala ( 1984)an de, bawernameya lîsans di zanistên Îslamî de bi dest bixe .
Piştre ji ber karê wî di warê b
engxwaziyê de, Sala ( 2001), bawernameya dektorah di zanistên Îslamî de wergirt .
Şêx Maşûqê Xiznewî ku bi zimanê xwe û bi mêraniya xwe di axaftinê de hatibû naskirin, Xiznewî berdewam ji nêzîk ve beşdarî êş û azarên gelê xwe dibe, û bi taybetî piştî Sala (2004), an, Şêx Maşûq xwe beşdarî di her helkeft û xwepêşandan û Kombûnekê dikir, û tê de daxwaza berxwedan li gelê kurd dikir ji bo azadiyê, û siyaseta rêjîma sûriyê şermezar dikir.
Xiznewî di roja çil bûna şehîd ( Ferhad sebrî), de, axiftineke dîrokî got û têde doza mafê kurdan kir û ev yek, bo sedema ku (10) gulana, Sala ( 2005), an de, li bajarê Şamê Şêx Maşûq ji aliyê hêzên rêjîma sûriyê ve were revandin, û piştî derbasbûna, 20 rojan,ji girtina wî, hat eşkerekirin ku Şêx Xiznewî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.
Û tevlî rêza Pakrewanan bûye , Û herwiha gelê kurd li Kurdistana sûriyê li şêx Maşûq xwedî derketin û bi hezaran kes daketin kolanan û Şêxê kurda bi rê kirin û bi şêxê şehîdan hat nas kirin, û di dawiyê de şêx Xiznewî bi bîr û baweriyên xwe di nav xelkê de cihê xwe girtibû, û çi dema ku behsa riya azadxwaziyê û mêrxasiyê û  oldaran di hat kirin, li bîra mirov tê şêxê kurda şêx Maşûqê Xiznewî..
Amedekirin :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo