|
Ti kes mafan bi xêra xwe nade, mirov mafên xwe bi darê zorê
distînin.
Gotina Şêx Maaşûqê
Xiznewî a di salvegera yekemîn a Ferhadê şehîd û şehîdên serîhildana 12 adarê
de
Bi navê Xwedayê pak ê dilovan
Birayên hêja
Delalno!
Hûn giş dizanin ku ti rojan ez beşdarî şûnên mirinê nebûme, yên nêzî min jî
baş dizanin ku ez beşdarî salvegera koçkirina bavê xwe nabim. Berevajî hindek
kesan, ger em mirinê wernegerînin û nekin jiyan, ti hewcedariya min bi
şînîkêşanê û bi ahengên mirinê nîn e.
Lewra ez îro di nav we de me, ne ji bo salvegera Ferhadî- salvegera mirin û
şîniya wî, lê ez bi we re me ji boyî salvegera jiyana wî û salavegera jiyana
gel û neteweya wî. Ez pir kêfxweş im ku aniha bi we re şahiya jiyana vî
mirovî li dardixim, lê ji hêleke din ve xemgîn im çunkî salak di ser şehîdên
serîhilanê re derbas dibe bêyî ku neteweya wan şahiya jiyana wan li darxîne.
Ferhad delalê ber dilê me gişan e, delal e, vê gotinê piştî rêzgirtina hestên
dê û bavê wî, jin û keça wî, dibêjim.
Ferhad li ber dilê me gişan şêrîn e, lê kê gotiye ku hemî şehîdên serîhildanê
ne wekî Ferhad şêrîn û payebilind in.
Çima bîranîna wan derbas bû û hûn bêdeng bûn, di xewê de bûn, kê hûn xistine
xewê, kê wisa xistiye serê we de ku miriyên wekî min û we nikarin bijîn û
jiyanê bidestxînin!?
Birano!
Ti kes mafan bi xêra xwe nade, mirov mafên xwe bi darê
zorê distînin.
Pêwist e dilopên xwîna wan şehîdan şitlên mafên we av bidin, ji îro û pê ve
em nema dihêlin hûn şehîdên xwe ji bîr bikin, lewra Şîî ne şaş in ku her sal derbarê
kuştina Huseynî dipeyivin, Huseynê ku berî hezar û çarsed salan şehîd ketiye,
hê jî neteweya wî ahenga xwîna wî li dardixe, ne ji ber ku zilamekî wan
miriye, lê belê dixwazin bi vê yekê, bi xwîna wî, alîgir û netewe û şîîyên wî
av bidin û zindî bihêlin.
Reng e ez bi hûrbînî baş tênegihêjim ka çi bi Ferhad kirin?
Ez yek ji wan kesan im, pir ji şiv û qamçiyên lêdanê ditirsim, naxwazim wan
bi bîrbînim, lê ji kêlîka ku bavê Ferhad ez vexwendî vê bîranînê kirime,
nizanim çima Yasir û Sumeyayê hatine bîra min: Yasirê pir hêja hevalbendê
pêxember, serbir û celadên wî jê re digotin em ê her tiştî bi te din, hemî
tiştên ku tu bixwazî, em ê te azad bikin, bi tenê dijûnan û çêrî Muhemed
bike. Yasir û Sumeyayê bi ya wan nekirin û Sumeyayê tif li rûyê Ebî Cehel
kir.
Ji Ferhad jî xwestin ku dijûnan bibêje û çêrî xelkên xwe, gelê xwe û ji
neteweya xwe bike, lê nizanim ka Ferhadî tifî rûyê wan kir an na?
Di rastiyê de yê ku ji mirovan bixwaze ku çêrî xelkên xwe bike pêwist e mirov
tifî rûyê wan bike.
Lêbûrîna xwe ji we dixwazim, ez ê hinekî gotina xwe dirêj bikim, ez bawer im
ji nav oldaran aniha li vir ez ê bi tenê bipeyivim:
Ferhad!
min çend gotin nivîsandine, ez ne helbestvan im, lê Ferhad, ez aniha di te de
êşên xwe û êşên gel û neteweya xwe dibînim û hest dikim.
Tu hemî ciwanên me yî..
Hemî jinên me li pey de reşgirêdayî ne
Damar û rehên zilamên me bi êş û xwînê diteqin.
Lê yan bila zilamên me wekî te bimirin an jî bila ne zilam bin..
Neteweyeke mirî zilamek wê zindî dike,
neteweya ku bi mirinê diheste, hewcedarî mirovekî bû ku jê re bibêje rabe!!!
Îca çawan tu ey Ferhad!!?
Min dixwest te bînim bîra xwe ka tu kî yî??
Ma gengaz e ku aniha li salvegera mirovekî me û wî nas nakim?
Tu kî yî?
Min dixwest sîma û rûyê te bînim ber çavên xwe, lê nikarim,
Her ku rûyê te tînim bîra xwe hawara te ya di bin dar û qamçiyên lêdanê de
dibihîzim..
Her ku dixwazim wêneya te di hişê xwe de bigewde û nîgar bikim; şirqîna pêlên
eliktrîkî yên ku di laşê te yê tenik de dengvedidan dibihîzim ..
Her ku dixwazim dengê te bibihîzim ti tişt ji bilî hawar û qêrînên te nakevin
bîra min de…
Gelo dema ku dibêjim hawar û qêrînên te, tu bi vê yekê naêşî?
Yên wekî te ne dinalin û ne jî diqîrin..
Wekî çiyan di rûyên celadên xwe de radibin ser piyan..
Lê Ferhad tu û hevalên xwe yên şehîdên vê neteweyê rê bidin min da ji we re
bibêjim:
Em giş
Ez û hûn
Û hemî miletê te jî hey Ferhad,
em hevbeşên xwîna te ne,
em hevbeşên rijandina xwîna we ne, çunkî em serdemeke pir dirêj di xew de
man, em giş hevbeşên xwîna te ne, me gişan tu radestî wan kirî, me gişan tu
xapandî, me we xapand, me rojekê li we nepirsî, me ji celadên we nepirsî, me
doza xwîna we nekir..
pir hêsan e ku fermanên azadkirina girtiyên girtîxaneyan derkevin, lê
fermanên hemî dunyayê nikarin xwîna Ferhad û şehîdên serîhildanê li me
vegerînin.
Bi tenê fermana we dikare gelî birayan,
ger hûn biryara jiyanê werbigirin û hewl bidin li ser zemîneke tund rawestin
û doza mafê xwe yê mirovane bikin..
Fermana we jiyana wan kesan vedigerîne, dema hûn biryarê bidin ku hûn mirov
in..
Ferhad!
Hey gelê Ferhad!
Ez dizanim ku serkeftin nêzîk e, lê em giş bi hêvî ne ku em nemirin hetanî ku
lawaztirîn mirov di nav me de li ser gora te raweste û bibêje ha va me
şehîdên xwe zindî dikim û em jî bi wan zindî dibin.
Lêbûrîna xwe ji diya te dixwazim Ferhad û dibêjim:
Ger melekê mirinê ji min bipirse ma tu dixwazî hinekan bikî bi qurbana
Ferhadî?
Reng e nîvê miletê te bibe bi qurbana te, çinkî bê deng û razayî ye..
Ez dibêjim îro, me biryara xwe daye em wan kesên ku we ew kuştin zindî bikin,
me biryara xwe daye ku em wêran û kavilên ku we ji me re hiştine ava bikin,
me biryar daye ku Ferhad û hevalên xwe dê tovên me yên geşkirin û ronîkirina
jiyanê bin
|
0 Comments