Werin
Werin kewên Welatê Rojê
werinWerin hêlînên xwe di dilê min de deynin
Û
konên mirinê ji kolanên wî
hilînin
Werin
bi destana Şêxê min re
bifirin û tîrêjên dengê
windayî di hişê demê de
himbêz bikin
Werin
baskên xwe li ber givalên
xwînî vekin û guliyên
Qamişloka Evînê bi ala
rengin av bidin
Werin
şîhîna xwîna netebitî di
asîmanên payitexta welatê min de biramîsin
Û
nexşên şwîniyê ji derdora
wê bi..çi..rî..n…in
Werin……..
Werin……..
Kew hatin ......
Hatin ....
Û torek ji pirsan avêtin
ser pûtên gewdeyan
Çima babelîska mirinê destê
xwe da stemkaran û kulîlkên bihna pîroz hilweşandin
Çima Ehrîman roja wan xûz
dike û nervîna wan di zeviyên rewrewkê de zindîgor dike
Çima Zagros û Cûdî û Arerat
xwe ji pişta wan didin alî û pencên biyaniyê berê xwe didin wan
Çima
Çima
Dengvedana peyvin rengîn ji
dûr hat û canên gewdeyan li wan vegeriyan
Xak pê hate vejandin
Buhişt pê hate xemilandin
Dîrok pê hate ronî kirin
Firîşte pê hatin gulav
kirin
Mindal pê hatin Me,eşûq
kirin
1/11/2006
0 Comments